Li gorî nûçeya Rossiya El Yuwm, poster bi sernavê “Navên Şehîdên Fermandarên Rêya Qudsê” hatiye belavkirin û li jora wê jî wêneyê şehîd Sekretêrê Giştî yê Hizbullahê Seyîd Hesen Nesrullah û Serokê Meclisa Rêveber a Hizbullahê Seyîd Haşim Safieddîn heye. Nasrullah di 27’ê Îlona 2024’an de hat qetilkirin û piştî hefteyekê Safiyeddîn şehîd bû.
Wêneyên Ebdul Moneîm Kerkî, Fûad Şaker, Nebîl Qaûq û Hesen Tewîl di rêza din de tên dîtin. Bi giştî hejmara fermandarên ku wêne û navên wan di vê afîşê de hatine weşandin 35 e.

